Di salvegera 27emîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê derketin kolanan, daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin û êrişên li ser Rojava şermezar kirin.
Şêniyên Hesekê li çerxerêya Itfaiyê ya li taxa Til Hecer kom bûn. Şênyan pankarta bi nivîsa “Êrişa 6`ê Çileyê ya li ser Rojava xiyaneta duyemîn a 15`ê Sibatê ye.” Her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û sembol û alên Kurdî bilind kirin.
Beşdaran dirûşmeyên “Gel azadiya Ocalan dixwaze”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana li Îmraliyê” qîr kirin.
Meş li çerxerêya Itfaiyê dest pê kir û ber bi stadyuma Bendava Tişrînê ve çû. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediya Yûsif axivî û komploya navneteweyî û hêzên têkildar şermezar kir.
Hediya got, “Em silav û hezkirina xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Ev komploya navneteweyî li dijî felsefeya azadî, edalet û demokrasiyê û îradeya gel bû.”
Hediya destnîşan kir ku “Aliyên ku beşdarî vê komployê bûne, biratiya di navbera gelan de an jî avakirina civakek azad û demokratîk naxwazin, ji ber vê yekê ew îro jî êrişên xwe yên li ser herêmê didomînin.”
Hediya Yûsif diyar kir ku “felsefeya Rêber me hiştiye ku em jiyanek azad, bi rûmet û demokratîk bijîn, û bûye felsefeyek gerdûnî ku yekîtiya gelan û edaletê xurt dike. Rêber îro li Îmraliyê ji bo gelê xwe têdikoşe, û ew der kiriye akademiyek ji bo ramana demokratîk a azad.”
Hediya Yûsiv di dawiyê de got ku pêşengiya jinan a vê şoreşê serkeftinek mezin e, û parastina destkeftiyên wê armancek bingehîn e.
Meş bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û daxwaza azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.



