Li herêmên hikumeta demkî her ku diçe tewanên mezhebî zêdetir dibin.
Li Himsê di êrîşeke çekdarî de ciwanek hat kuştin.
Kesê ku hat kuştin bi navê Elî El-Ehmed û bi nasnav “Ebû Haşim” e û ew bi xwe elewî ye .
Elî dema ku otomobîla xwe li taxa El-Zehraa ya Humsê diajot, rastî êrişa komeke çekdar ve hat.
Ji ber ku birîna wî giran bû yekser jiyana xwe ji dest da.
Ev bûyer di demekê de ku kuştinên mezhebî li herêmên di bin kontrola Hikûmetê de berdewam e.



