Her ku diçe dorpêça li ser bajarê Kobanê tê girankirin.
Îro 30 roj e Kobanê di nava dorpêçê de ye.
Şêniyan banga vekirina rêyan û gihandina alîkariya mirovî bo bajêr kirin.
Komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bajarê Kobanê dorpêç kirine.
Ev dorpêç bûye sedema xirabûna rewşa zêdetirî 600 hezar sivîlan li bajêr û gundewarên derdora wê.
Rê girtî ne, derfet nayê dayin xwarin û pêdiviyên bijîşkî derbas bibin.
Nexweşxane ji ber kêmbûna dermanan, bi derfertên herî kêm dixebitin.
Her wiha dorpêç bûye sedema kêmbûna pêdiviyên germkirinê, ku êşa şêniyan girantir kiriye.
Şêniyan daxwaza vekirina korîdorên mirovî kirin .
Her wekî diyar kirin ku dorpêçkirina berdewam binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan ên bingehîn e.



