Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji bo kesên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin, şîna giştî hate ragihandin.
Tê gotin hêzên rejîmê li gelek bajaran gef li xizmên welatiyên qurbaniyan xwarine û êrişî wan kirine.
Her wekî tê gotin rejîmê gelek deriyên goristanan girtine û derdora goristanan hêz belav kirine û rê li şîna giştî ya ji bo qurBaniyan hatiye ragihandin jî, digire.
Xizmên kesên hatine kuştin, di torên civakî de behsa gefên hêzên rejîmê dikin.
Tê gotin gelek kes ji bo saziyên îstîxbaratê tên vexwendin, gef li wan tê xwarin.
Di heman demê de gelek hêzên rejîmê li ber derê malên welatiyan hatine bicihkirin.



