Li paytexta Sûriyeyê Şamê, her ku diçe pirsgirêk zêde dibin.
Yek ji van pirsgirêkan krîza gazê ye ku gihîştiye xalek krîtîk û bû ye cihê nerazîbûnê.
Li Şamê buhayê gazê gihaştiye 500 hezar lîreyê Sûriyê.
Li gorî çavkaniyên herêmî hikumeta demkî jî pirsgirêkê taloq dike û çareser nake.
Li hemberî vê yekê bi sedan şêniyên Şamê li pêşiya cihê belavkirina gazê kom bûn.
Gel ji ber bihabûna gazê nerazîbûna xwe anî ziman.
Gaz tenê li bazara reş tê peydakirin û buhayê tûpeke gazê gihaştiye 500 hezar lîreyî.
Xwediyên xwaringehên Şamê dibêjin ew neçar mane ku tûpeke gazê bi 500 hezar lîreyî bikirin.
Ev yek jî bûye sedem ku xwarin jî biha bibin.



