Jin li beramberî daxwazên yekîtiya neteweyî ya Kurd careke din bi rola xwe ya pêşengiyê radibin.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Amedê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.
Bang li jinên Kurd kir ku ji bo “Civîna Yekîtiya Neteweyî” li hev bicivin.
Di daxuyaniyê de rewşa ku Kurd û Kurdistan tê re derbas dibin hat nirxandin.
Hat destnîşankirin ku “Yekitiya neteweyî ya gelê Kurd, mîsogeriya hebûna gelê Kurd e.”
Platformê ev bang li jinên kurd kir:
“Em bang li hemû jinên Kurd ên li Kurdistan û yên ku li her devera cîhanê dijîn dikin û dibêjin; werin cem hev, bi pêşengiya ‘Yekîtiya Neteweyî ya Kurd’ ji bo em bi hev re aştî û civaka demokratîk ava bikin”
Civîna Platforma Yekîtiya Jinên Kurd wê 2’ê Adara 2026’an li Amedê bê lidarxistin.



