Di demekê de ku ne-zelaliyek li ser rewşa kampa Holê heyî de, Komseriya Karûbarên Penaberan a NY ragihand ku 191 Iraqî ji kampa Holê vegeriyane welatê xwe.
Nûnerê Komîseriya Kar û Barên Penaberan li Sûriyê Gonzalo Vargas Llosa ragihand ku UNHCR duh piştgirî da vegera 191 welatiyên Iraqî yên li kampa Holê bo welatê xwe.
LIosa diyar kir ku tîmên wan bi gihandina karwan heta ber bi sînor amade bûn û desthilatên Iraqê welatiyên xwe birin.
Her wekî destnîşan kir ku bi vê gavê, vegerandina gelek malbatên Sûriyê bi piştevaniya wan û şirîkên wê, hiştiye ku kampa Holê di “aliyê pratîkî” de vala bibe.
Piştî komên hikumeta demkî kamp kontrol kir, nakokiyên ewlehiyê û reva malbatên DAIŞ’ê zêde bûn.
Hikumeta demkî jî bi sedan malbatên li kampê, birin gundewarê Helebê û Idlibê.



