Bi pêşengiya Serokê Amerîka Donald Trump, “Lijneya Aştiyê” ji bo Xezayê kom bû.
Ev lijne ji zêdetirî 40 endamên nûneran dewletan pêk tê.
Trump lîsteya welatên ku wê di “Hêza Îstîqrarê” de cih bigirin eşkere kir. Di lîsteyê de navê Tirkiyê nîne.
Civîna yekemîn a Lijneya Aştiyê li Waşîntonê kom bû.
Li gorî Trump welatên ku wê li Xezeyê di Hêza Îstîqrarê ya Navneteweyî de cih bigirin ev in:
Endonezya, Fas, Kazakîstan, Albanya û Kosova.
Her wiha, Misir û Urdin jî wê di perwerdekirina polîsên Xezeyê de cih bigirin.
Fermandarê vê hêzê wê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê be û cîgirê wî jî ji Endonezyayê be.
Fermandarê Amerîkî yê Hêza Îstîqrarê da zanîn ku ev hêza leşkerî destpêkê wê li Refahê kom bibe.
Bi demê re wê qada xwe ya erkê berfireh bike.
Trump destnîşan kir ku Hêza Îstîqrarê wê li Xezayê “aştiya mayinde pêk bîne”.
Trump navê welatên ku soz dane 17 milyar dolarî alîkariyê bidin jî rêz kir, lê negot ka ev pere wê li ku derê bêne xerckirin.
Di lîsteyên hatîn weşandin de, navê dewleta Tirkiyê di ti quncikê re jî xuya nekir.
Beriya niha Îsraîlê gelek caran gotibû ew ê nehêle leşkerên Tirk derbasî Xezeyê bibin.



