Şandeyeke teknîk a hikumeta demkî ya Sûriyeyê gihaşt Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê da ku ji bo jinûve xebitandina balafirgehê dan û standinan pêk bîne.
Şande ji alîkarê serokê Desteya Balafiran a Sûriyeyê Emced Nexal û hejmarek teknîsyenan pêk tê û ji aliyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Merwan Mehmûd û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl Elî ve hat pêşwazîkirin.
Ji bo jinûve xebitandina balafirgehê di demên pêş de, dê şande li balafirgehê civînekê li dar bixe û dê rewşa balafirgehê bişopîne.



