Friday 2026/07/17
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Li 7 bajarên Rojava meşên bi boneya Roja Zimanê Dayikê

February 21, 2026
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Li 7 bajarên Rojava meşên bi boneya Roja Zimanê Dayikê
Share on FacebookShare on Twitter

Li Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Til Temir, Amûdê û Girkê Legê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê meş hatin lidarxistin. Di meşan de hate diyarkirin ku divê zimanê kurdî di destûra nû de wek zimanê fermî bê naskirin 

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê me yê rewa û bingehîn e” li bajarê Qamişloyê meşek li dar xist.

Bi sedan mamoste, xwendekar û şêniyên bajêr beşdarî meşê bûn. Xwendekar û mamoste bi cilên kurdî û rengên kesk, sor û zer beşdarî meşê bûn. Meşê ji ber Dibistana Şehîd Şervan a li taxa Erbewiyê dest pê kir û li ber avahiya Yekitiya Mamosteyên Cizîrê daxuyaniyek hat dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan daxuyanî hat xwendin. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî hat dayîn. Mamoste Esmehan Sedo bi kurdî û mamoste Şîrîn Ferec jî bi Erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em kesên di ber ziman de ked dane û şehîd ketine bi bîr tînin. Îro zimanê Kurdî li ser maseya danûnstandinan e û cihê wê di Sûriyeya nû de tê goftugokirin. Biryarnameya hikumeta demkî ya Şamê her çendî erênî tê dîtin jî, lê mafê ziman ê gelê Kurd mîsoger nake. Ji bo ku zimanê Kurdî weke destkeftiyek mayînde pê parastin, pêwîste zimanê Kurdî di destûrê de weke zimanê fermî bê naskirin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê weke mafekî rewa yê bingehîn bê mîsogerkirin. Ji ber ku zimanê gelê Kurd li ser axa xwe ya dîrokî dijî. Heftane tenê du demjimêran nayê pejirandin. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo mîsogerkirina mafên zimanê kurdî û parastina destkeftiyên şoreşa ziman têbikoşin. Kar û xebatên xwe bidomînin. Doza zimanê kurdî weke dozeke neteweyî pîroz xwedî derkevin. Ji bo vê jî em ji gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hêvî dikin ku doza zimanê Kurdî weke dozeke neteweyî bidin pêş û xwedî lê derkevin.”

Piştî daxuyaniyan Koma Dibistana Mehmûd Eshed stranên li ser zimanê kurdî gotin. Çalakî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê jî bi boneya Roja Zimanê Dayikê meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de mamoste, şagirt û endamên saziyên sivîl amede bûn. Meşê ji pêşiya Parka Rêber Apo ya taxa Nasira dest pê kir. Meşvan heya Çerxêreya Sînalko ya Til Hecerê  meşiyan û wir mamosteyan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla mamoste Jînda Ehmê ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê hate pîrozkirin û wiha gotin: “Ji bo ku wek destkeftiyeke mayînde bê parastin, divê zimanê kurdî wek zimanê fermî di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo misogerkirina mafên zimanî yên rewa û parastina destkeftîyên şoreşa zimanî ya Rojavayê Kurdistanê, em ê bi hemû hêza xwe û ji her hêlê ve kar û xebatên xwe bidomînin û li doza zimanê kurdî, wekî dozeke neteweyî ya pîroz, xwedî derkevin. Ji bo bicihanîna vê armancê, em ji gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û dîyasporayê jî hêvî dikin ku doza zimanê kurdî, wek dozeke neteweyî bide pêş û bi her awayî, xwedîtiyê lê bike.”

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Komeleya Perwerdeyê ya Tirbespiyê jî meşek li dar xist. Meşê li pêşiya Komeleya Perwerdeyê ya bajêr hetanî Qada Azadî dewam kir.

Li Qada Azadî mamoste Cewahir Temo daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava şoreşê de, tevî hemû zehmetiyan gel bi desteke saziyên ziman xwedî li zimanê dayikê derket û parast.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi biryarnameya hikumeta demkî ya Sûriyeyê hate kirin û hate gotin: “Ev biryarname tenê têrê nake, divê maf û zimanê kurdî fermî di destûrê werin nivîsandin. Ji mafê hemû pêkhateyan e ku bi zimanê xwe bijîn.”

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Rêveberiya Dibistanan a Dirbêsiyê jî meşek li dar xist.

Meşê ji pêşiya avahiya Rêveberiya Dibistanan ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Divê mafên me di destûrê de werin mîsogerkrin” û “Fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa û bingehîn e” hatin vekirin.

Meş li Qada Jina Azad rawestiya. Hevserokê SZK’ê yê bajarê Dirbêsiyê Rizgar Mihemed li wir daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê ji bo mîsogerkirina mafê ziman û parastina destkeftiyên “şoreşa ziman a Rojava” têkoşînê bidomînin. Bang li gelê Kurd ê li Kurdistanê û diyasporayê hat kirin ku doza zimanê kurdî wek dozeke neteweyî û nîştimanî bidin pêş.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê jî bi tevlêbûna bi sedan mamoste, xwendekar, şênî, endamên saziyên sivîl meşek li dar xist. Meşê ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir.

Meş li rêya M4 veguherî mîtîngê. Li wir endamê Rêveberiya Dibistanên Hêvîdar Mihemed Elî axivî û anî ziman ku zimanê kurdî zimanekî neteweyî yê Sûriyeyê ye, pêdiviya wê bi xurtkirin û parastinê heye.

Hêvîdarê got dê ji bo parastina zimanê Kurdî bi hemû hêza xwe xebatê bidomînin û da zanîn ku ziman mafekî bingehîn e û hêvî kr ku gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê piştgiriy vê doze bike da ku were naskirin û parastî bimîne.

Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Til Temirê Xidir El Ilêwî jî got:”Zimanê me yê dayikê pira ku dema borî bi ya niha ve girê dide. Her wiha amûra ku çîrokên pêşiyên me diparêze û wijdanê zarokê me ye. Dema em zimanê xwe diparêzin, wê demê em dîrok, çand û hebûna xwe diparêzin.”

El Îlêwî îşaret pê kir ku li bajarê Til Temirê gelek ziman û çand hene û wiha domand “Em di wê baweriyê de ne ku rêzgirtina li hemberî zimanê dayikê rêzdariya mirov li hemberî xwe ye. Lew ra em dixebitin da ku zimanê xwe yê resen di minhacan de xurt bikin û şagirtina teşwîq bikin ku bi bawerî û serferazî zimanê xwe bi kar bînin.”

Li bajar Amûdê jî mamoste, xwendekar û şênî bi heman minasebetê daketin qadan.

Girse ku bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdar bû, ji Qada Jina Azad heya Qada Şehîd Cîhad meşiya û pankartên “Şoreşa Rojava wê bi şoreşa ziman bi ser bikeve”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Divê mafên me di destûra Sûriyeyê de werin parastin”

Li Qada Şehîd Cîhad ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre hevseroka Rêveberiya Dibistanan a Amûdê Hena Xalid daxuyanî xwend. Henayê diyar kir ku gelê Kurd xwedî ziman û dîrokeke kevnar e û mafê wê heya ku bi azadî bi zimanê xwe biaxive û ziman di destûrê de were parastin.

Hena Xalid anî ziman gelê Kurd li hembrî siyasetên înkara ziman û çandê li ber xwe da û şehîdan dane. Henayê her wiha destnîşan kir ku Sûriyeyê di pêvajoyeke nû re derbas dib û dosyaya zimanê kurdî yek ji dozên sereke ye. Bang li hikumeta demkî kir ku bendên têkildarî naskirina çand û zimanê kurdî bi cih bîne.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Li bajarê Girkê Legê jî meşek ji aliyê Rêveberiya Dibistanan ve hat lidarxistin.

Meşê ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li kolanên sereke yên bajar dewam kir. Di meşê de pankartên “Zimanê me hebûna me ye” û “Fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa ye” hatin vekirin.

Meş li sûka navendî sekinî. Li vir mamoste Sîma Îbrahîm axivî û behsa têkoşîna ji bo naskirina zimanê kurdî di destûrê de kir.

Her wiha anî ziman ku ziman ne tenê amûra ragihandinê ye, lê belê xezîneya çand, dîrok û bîrdanka civakî ya gelan e.

Previous Post

Şandeyeke hikumeta demkî gihaşt balafirgeha Qamişloyê

Next Post

Kûrtûlmûş: Piştî Remezanê şerte sererastkirina qanûnê têkeve rojevê

Weşana girêdayî

33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

33 pakrewan li Amûdê hatin bibîranîn

Gelê Qamişlo şehîd Egîd Efrîn li pakrewangeha şehîd Delîl saroxan spartin axê
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Gelê Qamişlo şehîd Egîd Efrîn li pakrewangeha şehîd Delîl saroxan spartin axê

Li Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn 
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn 

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye