Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kûrtûlmûş diyar kir ku piştî meha Remezan şert e sererastkirinên qanûnî têkevin rojevê.
Numan Kûrtûlmûş, li Stenbolê bi rêveberên weşana giştî yên saziyên çepemeniyê re kom bû.
Kûrtûlmûş, di çalakiyê de têkildarî rapora ku Komîsyona Meclisê amade kiriye axivî.
Kûrtûlmûş got:
“Ez bi wê fikrê re me ku şert e piştî Remezanê ev sererastkirinên qanûnî têkevin rojevê.
Di Tirkiya me de gotineke xweş heye, ‘Di karên xwe yê baş de ecele bikin.’
Piştî tu hatiyî heya cihekî û tifaqeke wiha derketiye holê, divê tu pêwistiyên wê pêk bîn.



