Çend rojin nûçeyên ku Amerîka plana êrişa li dijî Îranê nîqaş dike tê dayîn.
Lê hîna têgihiştinek şênber çênebûye ku bê ka kengî û bi çi rengî êriş were kirin.
Rayedaran dibêjin Trump li gor helwesta Îranê wê çend bijarteyan binirxîne.
Li aliyek êrişa sînorkirî û aliyek jî suîqesta li dijî Xameney wek senaryoyek tê pêşkeşkirin.
Almanya ji ber rageşiya ku li rojhilata navîn zêde dibe hin yekîneyên xwe yê leşkerî ji Iraqê vekişand.
Li gor berdevkê Wezareta Parastinê yê Almanyayê baregeha li herêma Kurdistanê ji xeynî çend karsazan hemû hatine veguhestin.
Yekîneyên Alman ji ber perwerdekirina hêzên heremî û astengkirina DAIŞ’ê di çarçoveya misyoneke navneteweyî de li Hewlêrê bû.
Heman rengî Norveç jî hêzên xwe ji Iraq û hin herêman vekişand.
Çapemeniya DYA: Li pêşiya Trump bijarteya ji holê rakirina xameney jî heye
Li gel vê yekê rayedarên Amerîkî ji Axios re senaryoyên êrişê yên revêberiya Trump nirxandin.
Rayedarek payebilînd ê Amerîkî got Trump peymaneke naverokê wê tijî be ku karibe polîtîkaya hundirîn biparêze amade ye bipejirîne.
Rayedar dibêje heger Îran dixwaze êrişê rawestîne divê pêşniyarek wiha pêşkeşiya wan bikin ku ew ê red nekin.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abas Eraqçî doh derbarê mijarê de daxuyaniyek dabû.
Araqçî gotibû ew ê di nava çend rojan de pêşniyara Îranê pêşkeş bikin.
Araqçî got:
“Gava min a din dê ew be ku ez pêşniyara peymaneke gengaz pêşkêşî muxatabên xwe yên Amerîkî bikim” û diyar kir ku dê reşnivîs ji nûnerê taybet ê DYA’yê Steve Witkoff û zavayê Trump, Jared Kushner re bê şandin.
Lê rayedarên Amerîkî û Îsraîlê ji Axios re gotin Trump ragihandiye heya dawiya hefteyê dibe ku êrişeke pêk bînin.
Di plana êrişê ya DYA’yê li ser Îranê
Şêwirmendekî Trump têkîldarî êriş dibêje Trump hîna biryara êrişê nedaye û dibe ku qet pêk neyne jî.
Şewîrmend anî ziman ku di bijartina êrişê de dibe lîderê Olî yê Îranê Xameney û kurê wî Mucteba hebe û ji bo her senaryoyê bijarteyek heye.
Çavkaniyek din jî piştrast kir ku planeke kuştina Xameney û kurê wî çend heftê berê ji Trump re hatiye pêşkêşkirin.



