Di roja 21’ê Sibatê de, saziya Olaf Tao ya Zimanê Suryanî jî xwest zimanê suryanî di destûra Sûriyê de bi fermî were naskirin.
Li kêlek wê jî pêkhateyên Kurd, Suryan û Ermen destnîşan kir ku ger ev gav neyê avêtin dê pirsgirêka Sûriyê çareser nebe.
Saziya Olaf Tao ya Zimanê Suryanî bi dirûşma “Zimanê me suryanî, nasname û siberoja me ye” semînerek li bajarê Qamişlo da.
Di semînerê de dîroka gelê Suryan û rola zimanê suryanî di pêşxistina şaristaniya Sûriye û Mezopotamyayê de hat vegotin.
Her wekî gotin dê Suryan her tim dibistanan vekin û zimanê suryanî biparêzin.
Kurd, Suryan û Ermen: Mafê ziman divê di destûrê de were bicihkirin
Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî Viyan Hesen diyar kir ku şertê pêşîn ê ku neteweyek pê tê parastin, zimane.
Bi gotina wê, fermîkirina perwerdeya bi zimanê kurdî li Sûriyê bi gotin û biryarnameyan nabe, divê di qanûn û destûrê de bê bicihkirin.
Her wekî bi bîr xist ku ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû neteweyan mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî û rewa ye.
Endama Saziya Olef Taw a Zimanê Suryanî Semîra Hena jî daxwaz kir ku zimanê suryanî bibe zimanekî fermî di destûra Sûriyê de.



