Bi piştgiriya Navenda Kurdên li Amerîkîayê 500 paketên xwarinê li malbatên koçber ên li bajarê Qamişlo hatin belavkirin.
Heyva Sor a Kurd îro 500 paketên xwarinê, ku ji hêla Navenda Kurdên li Amerîkayê ve hatine şandin, li 500 malbatên koçber ên ji Efrîn û Serê Kaniye yên li Qamişlo, belav kir.
Belavkirina paketan bi hevkariya Meclisa Karûbarên Şêniyên Efrîn û Şahbayê û komînên taxan hate kirin. Paketên alîkariyê li 200 malbatên li taxa Qadûrbeg û 300 malbatên li taxa Erbewiyê yên Qamişlo hatin belavkirin.
Gelek sazî û rêxistinên mirovî alîkariya mirovî ji bo koçberan belav dikin. Her wiha şêniyên herêmê jî bi gelek şêweyan piştgiriya koçbran dikin.



