Îro, Hêzên Amerîkayê xwe baregeha herî mezin a li Rojavayê Kurdistanê ya Qesirikê vekişand.
Li gor agahiyan, dê berê xwe bide Herêma Kurdistanê û li wir bi cih bibin.
Derketina Hêzên Amerîkayê ji Baregeha Qesirikê ye.
Li gor tevgera wan, ji Rojavayê Kurdistanê, berê xwe didin Herêma Kurdistanê.
AFP: Vekişîna Amerîka ji Sûriyê di nava mehekê de bi dawî dibe
Li tenişta vê yekê, Ajansa Frans Press ragihand ku Hêzên Amerîkayê plan dikin di nava mehekê de bi temamî xwe ji Sûriyê vekişînin.
AFP li ser zimanê çavkaniyekî ji hikûmetê eşkere dike ku dê di nava mehekê de yek leşkerên amerîkî li Sûriyê nemîne.
Di çend rojên borî de, Amerîkayê xwe ji baregeha Tenef û ya Şedadê vekişandin.
Halê hazir jî Amerîka di baregeha Xerabcîr ya Rimêlanê mane.
Berî niha rojnameya Wall Street Journald ragihandibû ku dê Amerîk hezar leşkerên xwe yên li Sûriyê vekişîne.
Hevdemî wê proseya veguhestina girtiyên DAIŞ’ê ji rojavayê Kurdistanê ber bi Iraqê ve bi dawî bû.



