Gelê Sûriyeyê di meha Remezanê de ji ber bihabûnê gelek zor û zehmetiyan dikişîne.
Li paytexta Sûriyeyê Şamê beşeke mezin a civakê feqîr e û nikare heqê fitara xwe peyda bike.
Şênî ji bo xwarinê çêkin neçar dimînin şûna goşt hestiyan bikirin û kîloya wan jî bi 10 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.
Kîsek nanê şêrîn bûye 25 hezar lîreyê Sûrî.
Nanekî rojiyê yê taybet jî niha bihabûna wê gihaştiye 40 hezar lîreyên Sûriyeyê.
Hisên Elî yê 60 salî, ji ajansa ANHA’yê re got:
“Me çi sûc kiriye, heyanî em dawiya temenê xwe parsektiyê bikin?
Ez dua ji Xwedê re dikim ku min ji vê rewşê rizgar bike.
Zarokên min ji devê zarokên xwe kêm dikin û didin min.
Bila kesên zengîn xwarinê neavêjin, gel hemû birçî ye.”



