Hêzên Hewayî yên DYA’yê 12 balafirên şer F-22 şandin Îsraîlê.
Ev yek di çarçoveya bicihkirina leşkerên li Rojhilata Navîn pêk tê .
Li gorî televîzyona dewletê ya Îsraîlê “KAN” DYA’yê 12 balafirên F-22 şandin Îsraîlê.
Ew balafir xwedî kapasîteya “pergalên parastina hewayî û radarên dijmin bêbandor bikin” in.
Her wekî hat eşkerekirin ku 12 balafirên F-22 ku ji Baregeha Langley-Eustis ya DYE’yê rabûn.
Blafir gihîştin Baregeha Lakenheath RAF a Îngilîstanê. Ji wir jî balafir derbasî Îsraîlê bûne.
Di raporê de hat îdîakirin ku armanc ew e ku li dijî êrîşên fuzeyan asta amadekariya Îsraîlê zêde bike.



