Aldar Xelîl da zanîn ku şandeya Kurdî ya hevbeş wê bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re hevdîtinê bikin û mafên gelê Kurd ên ziman, dosya esîran û rakirina dorpêça li ser Kobanê nîqaş bikin
êxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Tirbesiyê civînek bi amadebûna dehan şêniyên Tirbespiyê û gundewarên wê li dar xist.
Civînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Aldar Xelîl pêşveçûnên li Rojhilata Navîn diqewimin nirxandin û got: “Rêber APO hemû plansaziyên dewletên neteweyî û yên navneteweyî li ser Rojhilata Navîn analîz kiribûn û dizanîbû wê komplo li dijî gelê Kurd werin kirin, ji ber vê yekê dest bi pêvajoya Civaka Demokratîk kir.”
Xelîl di nava gotinên xwe de anî ziman ku: “Guhertinên li Sûriyeyê û herêmê çêbûn bandoreke wê rasterast li ser Rêveberiya Xweser û şerê li dijî DAIŞ`ê jî hebû. Ji bo şer li Sûriyeyê çênebe lihevkirina 10`ê Adarê çêbû, lê gelek aliyên derve dixwestin ev lihevkirin têk biçe. Civîna Parîsê ya 6`ê Çile destpêka komployeke nû ya li dijî gelê Kurd bû. Komplo li ser raghandinê bi hemleyeke li dijî fikr û rêgezên Rêveberiya Xweser û projya wê ya demokratîk li Sûriyeyê dest pê kir. Her wiha dixwestin fitnê têxin navbera gelê Kurd û Ereb. Piştî ku êrîşî Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin Rêber Apo dewleta Tirkiyeyê şiyar kir ku eger şer li ser Rojava nesekine wê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têk biçe û herêm ber bi şerekî mezin ve biçe. Ji ber vê yekê aliyên têkildarî dosya Sûriyeyê li hevdû kom bûn û lihevkirina 29`ê Çile çêbû.”
Aldar Xelîl anî ziman ku wê gelê Kurd bibin parçeyek ji siberoja Sûriyeyê û şandeya hevbeş a Kurdî li benda rêveberê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ye ji bo doza Kurdî nîqaş bikin. Şandeya Kurdî wê di hevdîtinên bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re mafê zimanê Kurdî, dosya esîran û rakirina dorpêça li ser Kobanê û gundewarên wê nîqaş bike.



