Li Amedê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê û hevserokên şaredariyan daxuyaniyek hat dayîn.
Tuncer Bakirhan li Amedê bang kir ku dawî li tayînkirina qeyûman were anîn û got:
Vegera hevserokên şaredariyan , dikare bibe destpêka qonaxeke nû .
Tuncer Bakirhan diyar kir ku wan bi hevserokên şaredariyan re nîqaşên berhemdar kirine.
Bakirhan bal kişand ser salvegera tayînkirina qeyûman û got:
“Me qala qeyûman jî kir. Ji sala 2016an ve hema bêje 3 serdem in îradeya gel tê xespkirin.
Şaredariyên me bi awayekî neusûlî tên birêvebirin.
Êdî ev qeyûm bûne şerma vî welatî. Divê ev şerm ji holê rabe.
TUNCER BAKIRHAN: KU DIVÊ ŞAREDARÎ TESLÎMÎ NÛNERÊN RASTÎN ÊN GEL BÊN KIRIN
Bakirhan tekez kir ku divê şaredarî teslîmî nûnerên rastîn ên gel bên kirin.
Taybet di çaxekê de ku behsa pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” tê kirin .
Hevserokê DEM Partiyê xwest ku 13 hevserokên şaredariyan vegerin ser karê xwe û got:
Em dikarin vegera hevserokên şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê bikin destpêka qonaxeke nû.”
Tuncer Bakirhan: Gel gavên pratîk dixwaze
Bakirhan diyar kir ku Devlet Bahçelî, Erdogan û Abdullah Ocalan behsa derbasbûna qonaxeke nû dikin.
Ji bo serkeftina pêvajoyê divê em dawî li van pratîkên qeyûman bînin.
Mirov li şûna gotinan gavên pratîk dixwazin.



