HRWˊê bang li NY kir ku dem û rayaya Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî li ser Sûriyeyê nû bike.
Human Rights Watch got, divê nûkirina dem û rayayê bi piştevaniya hikumeta demkî re pêk were.
Sûriye “hê jî di qonaxeke veguhêz a hilweşiyayî de ye” .
Baweriya bi saziyên dewletê ji bo gelek Sûriyeyan dûr e.
Rêxistinê destnîşan kir ku binpêkirinên giran, qetilkirina li ser bingeha nasnameyê berdewam in.
Rêxistinê ragihand ku karê komîteya lêpirsînê di tomarkirina binpêkirinan de “pêwîstiyeke jiyanî” ye.
Her wekî got, Sûriye “kêlikeke krîtîk” dijî û biryarên îro dê bandorê li mafên mirovan bikin.



