Zanîngeha Laziqiyê ji ber parvekirinekê li ser medyaya dîjîtal biryara dûrxistina xwendekara Fakulteya Endazyariya Çandiniyê Xezel Ebdo Selman da.
Zanîngeha Lazqiyê biryara dawî ya dûrxistina xwendekara Fakulteya Endazyariya Çandiniyê Xezal Ebdo Selman a Elewî ji zanîngehê da. Ev biriyar piştî parvekirina posta wê li ser medyaya civakî ku tê de komkujiyên Adarê yên li dijî Elewiyan bi bîr anîbû hat dayîn.
Biryara ku ji hêla Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ve hatî dayîn, bû cihê pirsên der barê azadiya derbirînê û tedbîrên di hundirê zanîngehê de hatine girtin de.



