Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê bi mûşekan êrişeke nû ya tolhildanê daye destpêkirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê bi şev 25 pêlên êrişê pêk anîne.
Di êrişan de nêzîkî 150 mûşekên balîstîk û bi dehan dronên kamîkaze hatine bikaranîn.
Îranê 25 caran êrişî Îsraîlê kir
Li gorî amarên destpêkê, 3 kesan canê xwe ji dest daye û 89 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan tesbît kiriye mûşek ji Îranê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.
3 Mirî û 89 birîndar
Hat destnîşankirin ku pergalên parastina asmanî ji bo rêlibergirtina mûşekan dixebitin.
Artêşê ji xelkê xwest ku guh bidin fermanên Fermandariya Eniya Navxweyî.
Di peyama hişyariyê ya ku ji telefonên welatiyan re hatiye şandin de hat gotin,
“Heta fermaneke din ji stargehan dermekevin.”
Li aliyê din, medyaya Îsraîlê ragihand ku li bakur û naverasta welêt û li Qudisê naqos lê didin.



