Di êrişa li dijî xaleke hêzên ewlekariya giştî yên hikumeta demkî ya li Dêrazorê de bi kêmanî kesek birîndar bû.
Li gorî agahiyan, çekdarên nenas ku li motorsîklêtê bûn, êrişî xala hêzên ewlekariya giştî ya hikumeta demkî ya li nêzî têketiya bajarokê Diwêr ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê kir.
Hate diyarkirin ku hêzên hikumeta demkî bersiva êrişkaran da û şerekî demkurt derket. Piştre êrişkar reviyan.
Li gorî agahiyan di êrişê de bi kêmanî kesek birîndar bû û zerarên madî çêbûn.



