PYD’ê geşedanên dawîn ji şêniyên Til Temir û Zirganê re şîrove kirin. Di civînê de hate diyarkirin ku diyalog rêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye û demokrasî misogeriya yekitiya gelan e.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca şîrovekirina geşedanên dawîn ji şêniyên Til Temir û Zirganê re civînek li dar xist.
Civîn li xwaringeha Kinêr a bajarê Til Temirê bi beşdariya bi dehan şêniyan her du bajaran, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, komîn, meclis û rûspiyên eşîran ên her du bajaran pêk hat.
Piştî deqeya rêzgirtin, ji rêveberên Meclisa Giştî ya PYD’ê Sebrî Efrîn geşedanên dawîn ên herêmê nirxandin û got “Herêma me di pêvajoya siyasî ya hesas re derbas dibe. Ji me tê xwestin em asta berpirsyarî û hişyariyê bilind bikin.”
Sebrî Efrîn destnîşan kir ku projeya wan a demokratîk ji bo tevahî pêkhateyan e û misogeriya yekitiya civakê ye.
Sebrî Efrîn di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku diyalog rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye û her çareseriyeke siyasî divê mafên tevahî pêkhateyan biparêze û îradeya wan a azad esas bigire.
Sebrî Efrîn di dewama axaftina xwe de got “Berdêlên ku keç û xortên vê herêmê dane bingeha xurt a avakirina Sûriyeyeke demokratîk a li ser esasê edalet, wekhevî û jiyana hevbeş e. Xurtkirina yekitiya neteweyî jî ne tenê pêdiviyek siyasî ye, lê di heman demê de bingeha parastina nasname, maf û berjewendiyên tevahî gelê Kurd e. “
Sebrî Efrîn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dê xebatên xwe yên siyasî û civakî bidomînin û got: “Em parastina mafên gelê xwe, xurtkirina rola jin û ciwanan bidomînin ta siberojeke bi dest bixin ku layîqî fedakariyên hemûyan be.”
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.



