Îsraîl êrîşî Tehranê dike, Îran Rojhilata Navîn bombebaran dike.
Ev rewşa li herêmê ye.
Di roja duyemîn a şer de, gelek mûşek ji Îranê ber bi Îsraîl û welatên Kendavê ve hatine avêtin.
Di vê navberê de Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad jî hate kuştin.
Ajansa nûçeyan a dewleta Îranê ragihand ku Mehmûd Ehmedî Nejad, ku ji 2005 heta 2013’an serokatiyê kir, di êrîşên hewayî yên Amerîkî-Îsraîlê de hatiye kuştin.
Ehmedînejad bi gotinên xwe yên tund ên dijî Rojava û dijî Îsraîlê dihat nasîn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan bi 200 balafirên şer li seranserê Îranê zêdetirî 500 xalan xistin e.
Li Tahranê teqînên mezin pêk hatin.
Îsraîlê dibêje, wan li hedefên di dilê Tahranê de xistin e.
Li dijî vê Îranê êrîşên xwe yên tolhildanê berfireh kir.
Yek ji mûşekên ku hatin avêtin li Beyt Şemeşê ket.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku 9 mirin û zêdetirî 20 birîndar hene.
Li Tel Avîvê, zêdetirî 50 avahî zirar dîtin û 94 kes birîndar bûn.
Êrîş li seranserê herêmê belav bûn.
Dengê teqînan li Dubaî û Dohayê hatin bihistin.
Îmaratê ragihand ku di du rojan de bi sedan mûşek û dronên Îranê li nava xaka welat ketin e û 3 kes hatine kuştin.
Piştî ragihandina mirina Lîderê Olî ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî, rejîma Tehranê êrîşên xwe bênavber didomîne.



