Di saetên şeve de 4 kamp û baregehên partiyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin armanckirin.
Baregeha partiya Komele ya li gundê Zirguêzele ya ser bi navçeya Tanceru ya Parêzgeha Silêmaniyê hatiye hedef girtin kirine.
Hate ragihandin ku di êrişan de kesek birîndar bûye.
Ziyanên madî pir zêde hene.
Balafiran êrişî Kampa Zewîye Spî ya Partiya Demokratîk ya Kurdistanê ya Îranê jî kirin.
Hate ragihandin ku berî bigihêje armancê hatiye teqandin.
Hate ragihandin ku bi muşekan êrişî baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ya li bajarokê Pirdê jî hatiye kirin.
Ev muşek jî negihişte armanca xwe hatiye îmhakirin.
Balafireke bê mirov ya xwekuj ku berê xwe da kampa partiya Komel, li esmanan hate teqandin.



