Başûrê Kurdistanê jî ji êrişên îranê nefilitî.
Mûşekek Supayê Pasdaran li bajarokê Dêgeleyê ket, Du mûşek jî li esmanê koye hatin teqandin
Hate ragihandin ku mûşekek Supayê Pasdaran ya Rejîma Îranê li Baregeha Firqeya 11’an ya Fermandariya Devera Yek ya Wezareta Pêşmerge ket.
Berpirsê CPT-Kurdistan-Iraqê Kameran Osman ragihand ku êriş li sînorê bajarokê Dêgele ya dikeve ser Parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.
Di encama êrişê de ziyanên madî pêk hatiye.
Di êrişê de tenê Ziyanên madî çêbûn.
Du mûşek li esmanê Koye hatin teqandin
Hate ragihandin ku du mûşekên rejîma Îranê yên hatibû avêtin ji aliyê sîstema parastina hewayî ve li esmanê Koye hate teqandin.
Muçek li nêzîkî benda Topzava ya dikeve navbera Gundê Şêxewan û Topzava de hate teqandin.



