Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan peyameke vîdeoyî belav kir.
Tê de ragihand, “îro Encumena Rêberiyê hatiye hilbijartin û dest bi karên xwe kir.”
Li gorî gotina Mesûd Pizîşkiyan, ew dê bi alîkariyê planên Amerîka û Îsraîlê têk bibin.
Pizîşkiyan got, “Divê Amerîka û Îsraîl bizanin ku dê ji xeynî şermezarî û serşoriyê tiştekî din bi dest nexin.
Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku hêzên çekdar ên Komara Îslamî bi hêz dixebitin .
Serokkomarê Îranê behsa qonaxa piştî kuştina Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî jî kir û got:
“Li gorî Madeya 111an a Destûrê, Encumena Rêberiyê hatiye hilbijartin û dest bi karên xwe kiriye.”
Pizîşkiyan tekez kir ku ew dê bi coş û kelecaneke zêdetir rê û rêbaza Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî bidomînin.



