Bi sedan şêniyên bajarê Til Temirê û koçberên Serêkaniyê bi merasîmekê cenazeyê endamê TEV-DEM’ê Celal Silêman Semîla spart axê.
Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Celal Silêman Semîla 28’ê Sibata îsal dema erka xwe bi cih dianî, li ser rêya Embara (Qamişlo-Hesekê) şehîd bûbû. Cenazeyê Celal Simêla îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Til Temirê hat veşartin.
Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê ve hat birêxistinkirin û ji pêkhateyên Til Temirê yên Kurd, Ereb, Suryan û Asur bi sedan kes, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Silêman Nûhî axivî û got: “Di kesayeta şehîd Celal de em tevahî şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi bîr tînin. Gelê me di dirêjiya 14 salên şoreşa Rojava de bi hezaran şehîd di rêya rûmeta civakê de dane.”
Silêman Nûhî anî ziman ku dê xwîna şehîdan vala neçe û soza domandina rêya wan ta bidestxistina azadî û edaletê da.
Di merasîmê de ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Îsa Receb jî axivî û diyar kir ku hêzên leşkerî dê xwîna şehîdan li erdê nehêlin û dê têkoşînê bidomînin heya ku armancên şehîdan bi cih werin.
Bi navê malbata şehîd Celal, birayê wî Ehmed Semîla anî ziman ku şehîd Celal ji kesên destpêkê bû ku tev li şoreşa Rojava bû, destpêkê di nava Hêzên Asayîşê de kar kir, piştre li gelek navendên din kedeke mezin ji bo doza gelê xwe û azadî û rûmetê da.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd Celal di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.



