Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan dest bi pêlek nû ya êrîşan li ser Tehranê kiriye.
Li gorî Aryen TV hêzên Îranê bargehên xwe yên li Merîwan vala kirin.
Artêşa Îsraîlê duh derengiya şevê ragihand ku wan dest bi pêlek nû ya êrişên asmanî li ser Tehranê kiriye.
Her wekî hişyarî da xelkê ku hin deveran vala bikin, bi taybet yên li nêzî Dezgeha Weşanê ya Îranê.
Îsraîlê êrişî televîzyona dewletê ya li Tehranê kir
Piştre Artêşê ragihand ragihand ku, wan li Tehranê navenda televîzyon û weşana dewletê kiriye hedef.
Baregehab Hêzên Besîc li Mehabadê hat topbarankirin
Li gorî agahiyan baregeha Hêzên Besîc li Mehabadê hat topbarankirin.
Aryen TV: Hêzên Îranê bargehên xwe yên li Merîwan vala kirin
Li aliyekî din jî Televîzyona Aryen TV diyar kir ku, hêzên Îranê bargehên xwe yên li Merîwan Rojhelatî Kurdistanê vala kirin.
Îranê: Di êrişên li ser bargeha Dubey de 40 leşkerên Amerîkî hatin kuştin
Îran ragihand ku di êrişên li ser bargeha Dubey de 40 leşkerên Amerîkî hatin kuştin.



