Li gor nûçeya Malpera AXIOS ya Amerîkî, rojek piştî despêkirina êrişa Îsraîl-Amerîka ya li ser Îranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê li gel Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî axiviye.
Malpera AXIOS ya Amerîkî, di nûçeyek xwe de eşkere kir ku rojek piştî despêkirina êrişa Îsraîl-Amerîka ya li ser Îranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê YNK’ê Bafil Talebanî axiviye.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku peywendiya telefonî piştî wê yekê hatiye ku Serokê Îsraîlê Benyamîn Netenyaho ji Trump re gotiye ‘Kurd dikarin rolek giring di hêza bejahî ya ji bo guhertina rejîma Îranê de bilîzin.’
Her wiha hatiye gotin ku ev peywendiya telefonî di encama mehek ya hewldanên Netenyaho ya ji bo qayîlkirina Trump a li ser vê mijarê de pêkhatiye.
Li gor nêrîna çavdêran, ev hewldan di çarçoveya nexşeya êrişek nû ya bejahî ya li ser Îranê tê dîtin ku Amerîka û Îsraîl amadekariyan jêre dikin. Lê nediyare Trump ji Barzanî û Talebanî çi daxwaz kiriye û di çi astekê de dixwaze Herêma Kurdistan tevil bike. Yan jî bersiva Barzanî û Talebanî çibû nayê zanîn.



