Êrişên li dijî Îranê encamên xirab bi xwere tîne.
Îsraîlê ragihand ku wan heta niha 1200 êriş birine ser Îranê.
Di encamê de hezar û 97 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Êrişên asmanî yên hêzên Amerîka û Îsraîlê giranî da ser Tehranê.
Îsraîlê ragihand ku wan heta niha 1200 êriş birine ser Îranê.
2 hezar pêgehên Komara Îslamî ya Îranê kirine armanc .
300 platformên avêtina mûşekan li nav Îranê rûxandine.
Roja sêşemê li gorî rojên borî êriş kêmtir bûn .
Lê li parêzgehên Tehran, Qum, Isfehan, Hurmuzgan, Erdebîl û Sîstan,
Belûçistanê çend navend û baregehên leşkerî hatin armanckirin.
Herana: Zêdetirî hezar welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane
Li gorî ajansa HRANA’yê zêdetirî hezar welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane .
Li gorî daneyên HRANA’yê, ji roja êriş destpêkirine heya niha:
Hezar û 97 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Çavkaniyê ragihand ku ji vê hejmarê 181 ji wan zarokên dibin temenê 18 saliyê dene.
Her wiha hate gotin ku heya niha 5 hezar û 402 welatiyên sivîl jî birîndar bûne ku di nava wan de 115 jê zarok hene.
Li gorî HRANA’yê, di nava 24 saetên borî de , 34 cih li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bombebaran kirine.
Supayê pasdarên Îranê ragihand ku Tengava Hurmuzê bi temamî kontirol kirey
Supayê Pasdarên Îranê jî ragihand ku Tengava Hurmuzê bi temamî kontirol kiriye.
Beriya vê jî Donald teqezkiribû ku Hêzên Amerîkayê dikarin tankerên petrolê di Hurmuzê re derbas bikin.



