Amerîkayê li Babil û Enbarê baregehên Heşda Şeebî bombebaran kir.
Fermandariya Cezîre ya ser bi Desteya Heşda Şebî got:
Amerîkayê du êriş li ser baregehên wan yên li devera Cerif Sexir pêkanî.
Baregehên hatine hedefgirtin, beriya niha jî hatibûn bombebarankirin.
Di derbarê ziyanan de agahî nehat parvekirin.
Lê li gor agahiyên li ser medyayê hatine parvekirin, ji hêzên Heşda Şebî kuştî û birîndar hene.



