Li Reqayê çekdaran êrişî 4 karmendên Kurd ên girêdayî Rêxistina Mirovî ya Blumont kir.
Mûçe û tiştên wan ên şexsî dizîn.
Çekdaran di bin gefa çekê de 4 karmendên Kurd sekinandin, mûçeyên wan jî dizîn.
Her çar karmend ji pêkhateya Kurd ji Kobanê ne .
Li kampa Til El Semin ê gundewarê Reqayê dixebitin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê got,
Çekdaran karmend kişandin aliyekî û ew li çatrêya gundê Hîşa sekinandin û birin tonelek nêzîk.
SOHRˊê anî ziman ku wan çekdaran li wir gef li karmendan xwarin .
Lêdan, laptop, telefon, Aybad û mûçeyên wan ku nêzî 5 hezar dolar bûn dizîn.
Karmendan da zanîn ku ruxmî wan li gel aliyên ewlehiyê gilî kirine.
Lê ji ber bidawîbûna dewama fermî nikarîn tomar bikirana.
Ji ber wê karmendan lawaziya tedbîrên ewlehî yên ji bo parastinê rexne kirin.



