Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku şerê li Rojhilata Navîn veguheriye krîzeke mirovî ya mezin.
Neteweyên Yekbûyî banga destwerdana lezgîn li ser herêmê kir.
Li ser mijarê Dîrektorê Desteka Bername û Rewşên Lezgîn a Komîsertiya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî Ayaki Ito axivî.
Ayaki Ito hişyarî da ku aloziya li cîhanê krîzeke mirovî ya mezin çêdike got ku divê destwerdanek lezgîn bê kirin.
Ito diyar kir ku hin xebatkarên Neteweyên Yekbûyî yên ku li herêmê wezîfe dimeşînin, di bin xeteriya ewlehiyê de ne.
Li aliyê din Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Volker Turk bang li aliyan kir ku tengasiyê hinekê kêm bikin û ji bo parastina sivîlan tedbîr bigirin.



