Pîşesaz û veberhênerên li Adrayê yê Şamê ji ber biryarên betalkirina milkdariya wan ditirsin.
Li aliyekî din fikarên li ser rewşa ewlehiyê ya xirab û diziyê zêde dibin.
Rêveberiya Bajarê Pîşesaziyê biryarnamek ji zêdetirî 400 veberhênerên li bajêr re şand.
Di nav de saziyên taybet ên wekî odeyên pîşesazî û bazirganiyê jî hene.
Di biryarnameyê de ji wan hatiye xwestin ku ew destûrên avakirinê bistînin an jî nû bikin .
Di nav 30 rojan de dest bi avakirinê bikin, eger ev yek nebe jî dê milkdariya wan bê betalkirin.
Li gorî çavkaniyên xwecih, vê biryarê di nav bazirgan û pîşesazan de fikar çêkirine.
Wan bal kişand ser diziyên dubare û nebûna jîngeheke ewle ji bo veberhênanê.
Çavkaniyan got dizî gihaştiya heta binesaziyê, wek tora elektrîkê ya bajêr.
Bajarê Pîşesaziyê yê Adra bi qasî hezar û 250 hektar fireh e.
Nêzîkî 600 şîrket li bajêr qeyd bûne û tê payîn ku di nav 2 salan de dest bi hilberînê bikin.
Li gorî çavkaniyan destûr ji şîrketên ji bakurê Sûriyeyê û yên ji Tirkiyeyê te hatiye dayîn.
Ji van şîrketan tê xwestin ku tenê ji sedî 5’ê buhayê milkan pêşwext bidin û pereyên mayî di 5 salan de bidin.



