Hêzên hikumeta demkî bajarê Siwêdayê û gundewarên li rojavayê wê topbaran kirin.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî bersiva topbaranê da.
Li gorî SOHR’ê, hêzên hikumetê devera Til Hedîd-Kenakir kir hedef û ji komên hikumetê yên li bajarokê Rîma Hazimê bi cih bûne, bi çekên giran bajarokên Itêl û Selîm û bajarokê Erîqa yê li rojava û herêma Mecabilê topbaran kirin.
SOHR’ê ragihand ku êriş ji şevê din heya saetên vê sibehê dewam kir û da zanîn ku top li malên sivîlan ên li navenda bajar ketin û destnîşan kir ku 23 top li taxên bajêr ketine.
Hate diyarkirin ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê bersiva êrişan da û rê neda ku komên hikumetê ber bi taxên şêniyan ve bi pêş de herin.



