Xelkê Siwêdayê bi xwepêşandanekê binpêkirinên li dijî sivîlan şermezar kirin û banga berdana girtî û revandiyan kir.
Bi sedan şêniyên Siwêdayê li dijî êriş û binpêkirinên li dijî sivîlan xwepêşandanek li dar xist.
Xwepêşandaran bi vekirina pankartan banga diyarkirina serbestberdana girtî û revandiyên di girtîgehên hikumeta demkî de kir. Her wiha doza mafê diyarkirina çarenûsê kir.
Di xwepêşandanê de endazyar Musena El Henawî axivî û bang li Durzî, Kurd, Elewî, Êzidî û Xiristiyanan kir. El Henawî anî ziman ku divê binpêkirinên li dijî pêkhateyan hatine kirin werin naskirin, gorên komî werin vekirin ku civakên xwecih di çarçoveya qanûnên navneteweyî de werin parastin û edalet pêk were.



