Li Dêra Zorê xelk li dijî hikûmeta demkî ya Sûriyê sor bûne.
Ji ber xerabiya rewşa jiyanî, li Zîban û Kuber welatî daketin kolanan û xwepêşandan li dar xist.
Ev dîmenên nerazîbûna gel li dijî biryarên hikûmeta demkî ya Sûriyê û xerabiya rewşa jiyanî ye.
Her diçe êdî ev qada nerazîbûnê berfirehtir dibe.
Di xwepêşandanên li Zîbanê welatiyan agir bi tekeran xistin û ji ber şewtandina parzûngehên petrolê, rê girtin.
Her wekî ev tevgera hikûmetê wekî siyaseta xeniqandinê bi nav kir û daxwaza peydakirina jiyaneke baş kir.
Li bajaroka Kuber a Dêra Zorê jî heman helwest hat nîşandan û daxwaza peydakirina kar ji bêkaran re kirin.



