Balafirên Israîlê rê li esîmanê Deraa ya başûrê Sûriyê li ber çend moşekên Îranê girtin û bermahiyên wan hatin xwarê.
Ev dîmenên ji gundewarên rojhilatê Derayê ne ku di encama ketina bermahiyên moşekên Îranê, ev şewt derketiye.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku paşmayên moşekan li taxa rojava ya bajaroka Tîba yê Derayê ketine û di encamê ziyanên madî gihaştine mal û milkên sivîlan.
Vê tevgerê, tirseke mezin di nava welatiyan de belav kiriye, nexasim ku berî niha 5 kes li Siwêdayê ji ber heman sedemê hatin kuştin.



