Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk bi boneya 8’ê adarê daxuyaniyek da û got ku dûrxistina jinê ji birêvebirinê, ne tenê lawazkirina jinê ye, lê belê ew rewamendiya pêvajoya veguhêz têk dibe.
Leyla Qereman diyar kir ku eger jin ne hevpara sazkirina biryaran be, Sûriye nû bi rengekî ewle nayê avakirin.
Her wekî diyar kir ku nêrîna wan ji bo Sûriyê, bêyî beşdariya rast û çalak a jinan, kêm dimîne û temam nabe.
Hevseroka MSD’ê destnîşan kir ku bêyî veguhstineke siyasî ya giştî li ser bingehê hemwelatiya wekhev û misogeriya mafên jinan, aramiyeke siyasî li Sûriyê pêk nayê.
Her wiha daxwaz kir ku gerek bi lez şert û merc peyda bibin da ku koçber bi lez û bi rûmet li warê xwe vegerin û êş mabûna li kampan bi dawî bibe.
Di heman wextê de daxwaza edalet û serbestberdanê ji bo girtî û dîlgirtî û windahiyan kir.
Leyla Qereman 8’ê adarê li tevahiya jinên Sûriyê pîroz kir û hemû şehîdên jin jî bi bîr anîn.



