Dewleta Tirkiyê careke din nîşan da ku ew ji cihê dagir dikin dernakevin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku wan ti hêzên xwe ji Serêkanî û Girê Spî paşde nekişandiye.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, li Serêkanî û Girê Spî tu guherîn di erk û berpirsiyariyên leşkerî de nehatiye kirin.
Hate gotin, kar û operasyonên li herêmê bi heman awayî didomin.
Operasyona dagirkeriya dewleta Tirk a qaşo bi navê “Barış Pınarı” di Cotmeha 2019’an de hatibû despêkirin.
Piştî vê yekê dewleta Tirk êdî ji Serêkanî û Girê Spî ya dagirkirî derneket.



