Rojhilata Navîn bûye qada şerê navbera Îran û Îsraîlê.
Yek ji bûyera herî zêde balkişandî, êrişa Îranê ya li dijî keştiyek petrolê ya li Tengava Hurmuzê bû.
Hemwextî vê, di roja 8’an a şerê heyî de jî aliyan navendên hev bi dijwarî bombebaran kirin.
Supayê Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi dronekê li tankera petrolê “Prima” xistiye.
Ev yek jî dema keştî heildida ji Tengava Hurmuzê derbas bike pêk hat.
Îranê hişyariyên xwe yên berê dubare kir û diyar kir ku “destûr nayê dayîn ku keştîyên hevalbendên welatên dijmin ji vê tengavê derbas bibin.”
Ji pêncan yekê bazirganiya petrol û gazê ya cîhanê di vê tengavê re derbas dibe.
Piştî êrîşê, trafîka keştîyan li herêmê bi piranî rawestiya.
Êrişên dijber yên Îran û Îsraîlê tevahiya şevê dewam kir
Artêşa Îsraîlê operasyoneke hewayî ya berfireh li dijî Îranê ragihand ku bêtirî 80 balafirên şer tê de beşdar bûn.
Xalên sereke yên li Tehran û Îsfahanê bûn armanca êrişan.
Îsraîl êrişî Îranê kir: Li nava Tehranê dengê teqînan bilind bû
Hate gotin, navendek leşkerî û depoyên mûşekên balistîkî yên Supayî Pasdaran hatiye armanckirin.
Ji bo tolhildanê, Îranê operasyoneke nû ya droneyan li herêmê da destpêkirin.
Artêşa Îranê ragihand ku wan baregehên leşkerî yên Amerîkî li Îmaratê û Kuweytê kirine armanc.
Her wiha îdia kir ku wan li Îsraîlê navendeke stratejîk xistine.



