Bi gurbuna şerê navbera Îsraîl-DYA li dijî Îranê re, Herêma Kurdistanê jî veguehriyaye qada şer.
Rêxistina (CPT) jî ragihand ku ji destpêka şer de, 196 caran êrişî herêma Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.
Li ser rewşê Hevserokê DEM Partî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.
Li Çomana Başûrê Kurdistanê dironeke xwekuj kete xwarê û kesek birîndar bûye
Hate ragihandin ku ziyan gihiştiye gelek malan.
Li gorî agahiyên şahidê bûyerê, diron ji aliyê Îranê ve hatiye.
Li Taxa Kosretan ya navenda navçeya Çoman ya dikeve sînorê îdareya Soran ketiye xwarê.
Di encamê de kesek birîndar bûye.
CPT: Heta niha Îran 196 caran êrişî Başûrê Kurdistanê kiriye
Li aliyekî din, Rêxistina CPT-Amerîka ragihand ku heta niha 196 êriş li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Di necama van de, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî birîndar bûne.



