Hevserokê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê derbarê modêla rêveberiyê ya li Rojava de axivî û got:
‘Divê statuya xweser a Rojava û modela wê ya demokratîk bê parastin”. ::
Nerazîbûnên navneteweyî ya li hember êrîşên komên girêdayî Hikûmeta Demkî li ser Rojava, berdewam dikin.
Serokê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Cédric Wermuth سيدريك ورموث di vê derbarê de axivî êrişên li ser Rojava rexne kir û wiha anî ziman:
Rojava ji bo tevahiya herêmê modelek mînak e.
Kurdan di şerê li dijî DAÎŞ’ê de roleke girîng lîstine.
Tevî vê yekê jî Kurdan piştgiriyeke têrker negirtine û ji bo helwesta heyî got “Xiyaneteke ku teqez nayê qebûlkirin.”
Wermuth, bang li hikûmetên Ewropayê û rêxistinên civaka sivîl kir ku Kurdan, statuya xweser û modela demokratîk a Rojava biparêzin û got:
Ev hem ji perspektîfeke mirovî û hem jî ji perspektîfeke jeopolîtîk girîng e.



