Serokê Libnanê Cûzêf Ewin û Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ehmed El-Şeri derheqê rewşa sînoran de, bi hev re axivîn.
Herdu aliyan li ser wê yekê teqez kir ku gerek sînor werin parastin.
Serokatiya Libnanê ragihand ku herdu aliyan behsa rewşa sînorê Sûriyê û Libnanê kiriye.
Herduyan li hev kiriye ku gerek tu pirsgirêkên ewlekariyê li ser sînor çênebe û were prastin.
Her wekî hatiye gotin ku di vê rewşê de gerek hemahengî û şêwir di navbera herdu welatan de hebe û rê nedin tu aloziyeke ewlehiyê.
Israîl bi esîmanî êrişî Başûrê Beyrûdê kir
Hevdemî wê jî Israîlê êrişeke esîmanî bir ser başûrê Beyrûdê.
Artêşa Israîlê jî ragihand ku wan êrişî binesaziya Hizbullahê kiriye.
Berî wê jî Israîlê ji welatiyan xwesetibû ku herêmê vala bikin da ku êrişan pêk bînin.



