Têkildarî mirina Elaa El Emîn Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîş da zanîn ku wan lêpirsîn daye destpêkirin û komîteyek avakirin da ku bûyerê zelal bike.
Hêzên Ewlekariyê daxuyand ku prensîbên ku Asayîş li ser wan hatine damezirandin, di serî de ji bo parastina mirovan û parastina mafên wan e.
Bi gotina wê çi pratîkên ji derveyî çarçoveya qanûn û nirxên mirovan, nûnertiya nirxê saziya me nake.
Asayîşê da zanîn ku ji bo lêkolînkirina hûrgiliyên bûyerê komîteyek ji komeke pisporên hiqûqî û çavdêran pêk tê hatiye damezrandin.
Herî dawî jî soz da ku encamên lêpirsînê bi zelalî belav bikin.



