Piştî 7 salan, îro rêya M4 hat vekirin.
Şandeyeke hevbeş a Asayîş û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şamê îro ev rê vekirin.
Ev kêliyên pêşwaziya rêveberê Asayîşê Mehmûd Elî ji hêla xelkê gundên rojavayê Til Temirê ye.
Ji demeke dirêj ve li benda vê kêliyê ne, lewra bi kêfexweşiyeke mezin tê pêşwazîkirin.
Nûçegihanê me Mihemed Badilî gihaşt rêbenda dawiyê ya rojavayê Til Temirê û agahiyên derheqê vekirina vê rêyê de dide.



