Îro salvegera 13’an a komkujiya Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo ye.
Xebatkarên Şaredariya Gel a Qamişlo di salvgera komkujiyê de şehîdên êrişa li ser şaredariyê bi bîr anîn.
Xebatkaran got, dewleta Tirk û hêzên derve her tim êrişî projeya Rêveberiya Xweser dikin.
Ew jî ji bo ku aramî li herêmê çênebe û îradeya gel bişikînin.”
Şaredariya Gel a Qamişlo 21’ê Çileya 2014’an hatibû vekirin.
Piştî 49 rojan an ku 11’ê Adarê çeteyên DAIŞ’ê êrişî şaredariyê kir û komkujî pêk anî.
Di encamê de 8 xebatkarên şaredariyê û 2 sivîl şehîd bûn û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.
Şêniyên Qamişlo şehîdên êrişê bi bîr anîn û qala bûyerê kir.
”Bi êrişa li ser şaredariya Qamişlo sîstema Rêveberiya Xweser kirin hedef”
Xebatkarê Şaredariya Qamişloyê Hisên Mihemed di dema êrişê de li şaredariyê bûye.
Mihemed got: “Saet 11.00 ê sibehê çeteyên DAIŞ’ê êrişî şaredariyê kirin.
Bombeyên destan avêtin ofîsên şaredariyê û hevalên me şehîd xistin.
Piştî wê me û endamên parastinê me bi hev re bersiv da çeteyan.
Nebîl Îsmaîl xebatkarê Şaredariya Gel a Qamişlo yê wê demê de bû wiha bi lêv kir:
Di vê pêvajoyê de û bi taybet meha Adarê, divê hemû xelkê herêmê baldar be.
Divê em hemû bi hev re deskeftiyên xwe biparêzin û bersiv bidin êrişên hundir û derve yên li ser herêmê.



