Êrişên Îsraîl-DYA’yê yên li dijî Îranê di roja 12’an de berdewam dikin.
Di êrişên tevahiya şevê de li gelek bajarên Îranê hate xistin.
Artêşa DYA’yê îdia kir ku li nêzî Tengava Hurmuzê li 16 keştiyên Îranê xistiye.
Şevê din li dijî hêzên rejîmê yên li gelek bajaran hatin kirin.
Artêşa DYA’yê îdia kir ku li nêzî Tengava Hurmuzê li 16 keştiyên Îranê xistiye.
Di daxuyaniyê de hate îdiakirin ku van keşiyên behsa xeberê li nêzî Tengava Hurmuzê “mayin di çandin.
Îsraîl li dijî başûr û rojhilatê Lubnanê êrişên hewayî da destpêkirin
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Hîzbullahê yên li Lubnanê berdewam in.
Îsraîlê, di saetên şevê de li dijî başûr û rojhilatê Lubnanê êrişên hewayî da destpêkirin.
Di êrişan de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Donald Trump: Dibe ku şer di demekî pir nêz de bi dawî bibe
Serokê DYA’yê Donald Trump, got “dibe ku şer di demekî pir nêz de bi dawî bibe lê ne di nava vê hefteyê de.”
Benyamin Netanyahu: Êrişên li dijî Îranê hêj bi dawî nebûne
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu, diyar ikr ku êrişên wan ên li dijî Îranê hêj bi dawî nebûne.
Netanyahu, diyar kir ku “Armanca Îsraîlê ew e ku gefa rejîma Îranê ya li dijî hebûna me ji holê rake.”
Rayedarên îranî gotin ku dê bersiva wan a li dijî êrişan bidome.
Qeter û Erebistana Siûdî êrişên Îranê şermezar kir
Qeter û Mirnişînên Yekbûyî yên Ereb, êrişên Îranê yên bi moşek û dronan şermezar kir.
Banga kêmkirina rageşiyê kirin.
Erebistana Siûdî û hinek welatên Kendavê jî ji bo kêmkirina rageşiya bi Îranê re, dest bi xebatên dîplomatîk kirin.



